DOLAR
32,3849
EURO
35,0357
ALTIN
2.326,43
BIST
9.138,22
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
25°C
Diyarbakır
25°C
Açık
Cumartesi Açık
25°C
Pazar Açık
26°C
Pazartesi Açık
25°C
Salı Parçalı Bulutlu
26°C
Advert

Toxımê Ku Dıza Derxıst Holê

07.12.2021 17:47
556
A+
A-

Bi navê Xweda…

Xwendevanê hêja Xweda bike nesîb di wê nivîsa xwe de ezê di derheqê ehemmîyeta duristî ya amir û fermandarên dewletê de qisetek balkêş binivîsim.

Qiseta me li welatê Çînê qewimîye. Di demên berê de li Welatê Çînê zilamekî ku meslekê wî bexçevantî bûye hebûye. Ji ber ku bê îş maye roj bi roj bêkes û feqîr ketîye.

Vî bexçevanî rojek ji rojan hingî birçî dibe êdî ji birçîna hew dimîne ku zikê wî bi pişta wî ve bizeliqe. Li der û dorê xwe digere lê belê ti kes li wî rebenî nayê rehmê. Êdî ew jî ji neçarî dikeve bexçeyek fêkîya û hirmîyek didize û dixwe. Gava ku ji bexçe derdikeve wî diqefêlin û bi çengurê wî digrin wî dibin davêjin binî lingê qralê xwe. Û weka ku pir zilamekî girîng berdest kiribin xwe qurre dikin û dibêjin;

– Qralê mê yê hêja. Evî şexsî ketîye nav bexçê we yê fêkîya û hirmîyekî jêkirîye û xwarîye.

Gava ji bexçe derket me jî wî qefalt. Feqîrê ku dizîyê kirîye radibe pîya û ji qral re dibêje;

– Qralê minê bi qîmet li min bibore, ez hingî birçî bûm êdî çavên min tarî bibûn û min xwe ranegirt. Ez jî ji neçarî ketim bexçê we û min hirmîyek ji darên we jêkir û xwar. Ez ji we hêvî û rica dikim. Ger hûn min bibexşînên ezê xelateke giranbiha bidim we. Qral heyirî dimîne û dibêje;

– Gelo bi yek ê wekî te xizan û bêcilik re ewê xelata giranbiha çibe? Ê ku dizîyê kiribû kefa destê xwe vedike û toximê ku di didestê wî de dirêjî qral dike û dibêje;

– Qralê min wexta hûn vî toximê ku di destê min de li bexçê xwe biçînin, ewê di hundirê çend salan de ji were fêkîyê zêr bigre. Piştî vê gotina diz, qral bi dengê êlî dikene û dibêje;

– Te pir xweş got madem werê de haydê wî toximî ti biçîne, çi wextê ku toximê te bû dar û fêkîyê zêr girt ezê jî te azad bikim. Ê diz dibêje;

– Ezbenî, vî toximî yekê wek min diz û gunehkar bixwaze jî nikare biçîne, lewra ê ku vî toximî biçîne gere di jiyana xwe de tu carî derew negotibe, bê edaletî li kesekî nekiribe û dizîyê jî nekiribe. Gava ne yekê werê qenc be, ewê vî toximî bi tesîra xweye efsûnî, wî kesî bi êş û elemên dijwar bikuje. Qralê min ê hêja ji ber vê yekê lazime yekê wekî we qenc vî toximî biçîne. Gava ê diz vê teklîfê li qral dike qral di veciniqe, mâdê wî diqelibe û di berxwede hinek difikire piştre bidengê bilind dibêje;

– Hey ehmeqê bêaqil ma qey tu nabînî ku ez qralim, ez ne bexçevanim vî toximî bide wezîrê min.Lewra di wezîrê min de wan taybetîyên qenc ku te got tev hene. Bila ew vî toximî biçîne da ku toxim bibe dar û fêkîyê zêr bigre. Ê diz gava toxim dirêjî wezîr dike, wezîr qerebalixê derdixe, îtiraz dike û dibêje;

– Îja ez û bexçevantî! Ez him ji karê çandinîyê fam nakim him jî di îşên çandinî yê de bêkêrim.

Ewê vî toximî di destên min de heba bibe. Ya qenc ewe ku vî toximî xezînedar biçîne. Lewra di xezînedarê me de jî wan taybetîyên qenc hene. Xezînedar jî bihaneyekî dibêje û ji stuyê xwe derdixe. Ew jî dibê bira filan kes biçîne û bi vî awayî ê ku li hizura qralin tevek wezîfê ji stuyê xwe derdixin. Qral ji aliyek li zilamên xwe yê rîyakar dinêre û ji aliyekî jî li ser heqîqeta meselê difikire û demek bêdeng dimîne, paşî serê wî di berde û bi hêrs dibêje:

– De haydê gelî heyeta min a hêja! Em jî nîşanê vî dizî bidin ku toximek qet nekeve bin ‘erdê û nebe dar çewa zêran digre. Da ku vî feqîrî jî kêfxweş bibe. Pişt re ji berîka xwe zêrek derdixe û davêje ba diz. Ê ku li hizura qralin tev yek bi yek zêrêk didin wî dizî. Qral jî li wan temaşe dike. Paşî ji wî kesê ku dizî kiribû re dikene û dibêje;

– Zûka ji ber çavên me here. Te îroj têrame serê me xiste ber me. Kêmasî û qisûrên me ê di derheqê îdarevanîyê de te bime da fêhm kirin.

Belê xwendevanên hêja wan heqîqetên ku divê qisetê de derbas dibin, taybetîyên pir girîngin.

Ji roja dinya ava bûye hetanî qîyametê kîjan rêxistin, sazûman û dewletên bixwazin ‘umrên wan dirêjbe: Lazime pêşî îdarevanên wan adilbin, hertim rastgo bin û dizîya xelqên xwe nekin.

Lewra biçûk dibe, mezin dibe di temamên dewletan de gava fermandar û serok ne adilbin, heqsizîyê li gelên xwe bikin û dizîyê bikin ewê rojekî miheqeq wan rêxistin û sazûmanandevûrû bibin. Di dîroka însanîyetê de em karin gelek mînak nîşan bidin.

Îja daxwazîya me ji Rebbê Aleman van taybetîyên girîng bike nesîbe îdarevanê, sazûman û dewletên Îslamê tevan.

Emanetê Xweda bin.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.