DOLAR
32,3690
EURO
34,9519
ALTIN
2.325,69
BIST
9.095,18
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
25°C
Diyarbakır
25°C
Açık
Cumartesi Açık
26°C
Pazar Açık
25°C
Pazartesi Açık
25°C
Salı Az Bulutlu
26°C
Advert

Zanîna Qîmeta Bavan

24.01.2022 23:47
582
A+
A-

Zilamekî ku ’emrê wî gelek bi pêş ve ketibû hebû. Û evî zilamî ji wexta xortanîya xwe
heta kû pîr jî bibû ji xwarina donera berxê pir hiz dikir.
Rojeke dîsa dilê wî pirr diçe donerê. Kurê wî vê daxwaza wî fêhm dike. Û radibin bihevre
diçin xwarinxaneke pirr bi nav û deng. Lawik ji xwaringêr re dibêje: “ Ji kerema xwe re ji
me re donereke bîne.” Xwaringêr daxwaza wan bi cîh tîne. Zilamê extiyar serê ewil
dixwaze ku bi destê xwe xwarina xwe bixwe. Lê belê ji ber extîyarî yê nikare bi rihetî
bixwe. Destê wî dilerize xwarinê dirijîne bi ser xwe de û rûnê xwarinê diherike ser rûyê wî
û cilûbergên wî dilewitin.
Ji ber ku ev xwarinxane navdar bûye mişterî yê wê jî kesên qurre û ji xwe hizkirî bûne.
Tiştê ku vî extiyarî dike li ber çavên wan diqewime. Hinek ji wan dilê wan li hev dikeve,
hinek jî madê xwe dikin. Lawik van tevgerên van nake xem. Radibe bi bêhna fireh
xwarinê hino hino dide devê bavê xwe.
Piştî ku lawik xwarina bavê xwe didê radibe dikeve milê bavê xwe wî dibe destşokê. Dest
û serçavê wî dişo. Cil û lîbasê wî pakij dike. Porê wî şe dike. Berçavika wî pakij dike û
dixe çavên wî. Dûre dikeve milê bavê xwe û berê xwe didin derve.
Hetta ku dertên jî temamê nêrînên mişterîyên xwarinxane li ser wan bûye. Di ber xwe de
jî henekên xwe bi wan dikin. Lê belê lawik qet guh nade van bûyeran. Tim û daîm di ber
xwe de dibişire. Lewra ji ber ku bavê xwe kêfxweş kirîye dilşade.
Lawik diçe ber qasê ji bo hesab danê. Heqê xwe dide berî ku derkeve derve zilamekî
extîyar gazî lawik dike û dibêje:
– Biraziyê min gelo te tiştek xwe li vir ji bîr nekir?! Lawik hinekî difikire û dibêje:
– Apo bi qasî tê bîra min min tiştekî xwe ji bîr nekirîye. Zilamê extiyar dibêje:
– Na na biraziyê min xeletîya te heye! Te li vê derê tiştekî pir girîng ji bîr kirîye.
Lawik ecêbmayî dimîne û dibêje:
– Apê min! Gelo min çîyê xwe ji bîr kirîye min dîsa fêhm nekir. Zilamê extiyar dibêje:
– Te ji bo temamê zarokan ders û îbretê başîyê û ji bo temamê bavan jî hevî û

umîdên qenciyê livir ji bîr kirîye.

Serê temamên mişteriyên ku li xwarinxane bûne ji fedîya dikeve ber wan.
Bêdengîyeke werê çêdibe tê bêjî qey dinya kerr bûye. Ê ku gavek berê henekên xwe
dikirin lihev soromoro dibin.
Lewra ma çi zu ji bîr kiribûn ku bavên wan ji bo wan sitargeha herî girîng bû. An jî
ma qey ne dihat bîra wan ku wexta zarok bûn digotin:
– Bavo min bibe dikanê…
– Bavo ji bo mektebê pere lazime…
– Bavo ez û hevalên xwe emê herin gerê pere bide min.
– Bavo îro salvegera rojbûna mine ka te ji min re çi dîyarî kirîye…
– Bavo ez nexweşim min bibe nexweşxane…
Lê belê dibe ku kesekî ji wan ti rojî ne gotibûn:
– Bavo piştî ku ti li kêleka minî ji min re xem tine derd û elemên min bi te diqedin.
Bavo sekinandina li kêleka te ji temamê xezîne ya bi qîmettire.
Dîsa dibe ku rojek ji rojan negotibûn:
– Bavo gelo daxwazeke te jî ji me heye? Tim û daîm jêre behsa kêmayî yê xwe
kirine. An jî daxwaza tiştên ku dixwestin bibin xwediyê wan.
Belê xwendevanên hêja! Serpêhatiya ku me li jorê nivîsandîye dibe ku ji me re wekî
çîrokeke balkêş bê hesab. Lê belê heqîqetke nava jiyana me tevaye… Di derheqê zanîna
qîmeta bavan de hetta ku neyê serê meriv, meriv nakeve berê.
Helbet ji bo kesên bawermend zanîna qîmeta dayîkan ferze û ji teref Ola Îslamê hatîye
tewsîye kirin. Pêwîste ku meriv vê nesîhet bi kar jî bîne.
Lê di nezera min de bav sitûna malbatanin. Eynî wekî çîya ne. Lê belê çi heyf ku zarok
vê heqîqetê gava ku bav wefat dikin fêhm dikin. Lewra piştî ku bav ji nava malbatê diçe
her bira û xwîşkek dibe bi serê xwe dibê mezin ezim…
Îja xwezî bi wan kesan ku hêja bavên wan li jîyanê ne qîmeta wan bizanibin.
Ez vê nivîsê dîyarî dikim ji temamê kesên ku bavên wan wefat kirîye. Û hesreta bavê

we dikişînin re

 

 

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.