DOLAR
32,5004
EURO
34,6901
ALTIN
2.496,45
BIST
9.693,46
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Pazar Açık
26°C
Pazartesi Açık
28°C
Salı Açık
29°C
Çarşamba Az Bulutlu
30°C
Advert

Têkoşîna Kerê Pîr û Aqûbeta Gurê Pîr

A+
A-

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Hebû tune bû ji Xweda mezintir kesekî din tunebû

Dibêjin ku li gundekî kerek hebû. Xwedîyê vî kerî gelek kar û îşên xwe pê sererast kiribûn. Lê belê piştî ku kerê wan pîr bûbû xwedîyê vî kerî bê wefa derketibûn û kerê xwe ji malê derxistibûn. Kerê reben jî hingî ku zeîf û kurmî bibû êdî tu kesî wî nedihewand û qîmetekî ne didayê.

Ker rojek ji rojan ji xwe re dibêje:

– Ezê herim zozanan bixum pelê kizwana û dûv bikim dûvê berana.

Û dikeve rê diçe. Li dervayê gund dîk tê pêşîya wî jêre dibêje:

– Kero tê herî ku derê?

Ker bi hêrs ji re dibêje:

– Quzzulqurt û neke der.

Dîk dibêje:

– Ma gelo çima tu dixeyidî!

Ker ji dîk re dibêje:

– Gerek ti bibêjî: Apê ker hefsarê sor û zer ‘elbek ceh li ber.

Dîk dibêje:

– Apê Ker hefsarê sor û zer ‘elbek ceh li ber. Îja gelo tê herî kû derê?

Ker dibêje:

– Ezê herim zozanan bixwim pelê kizwanan û dûv bikim dûvê beranan.

Dîk jêre dibêje:

– Gelo ez jî dikarim bi te re bêm?

Ker dibêje:

– Dibe çima nabe.

Dîk çindide xwe û diçe ser pişta kerê. Bi hevre dikevin rê. Qederekî şûnda laqayî kîroşkekî tên. Kîroşk dibêje:

– Kero tê herî kû derê?

Ker bi hêrs jê re dibêje:

– Quzzulqurt û neke der.

Kîroşk dibêje:

– Ma gelo tu çima dixeyidî?

Ker jê re dibê, bibêje:

– Apê Ker hefsarê sor û zer ‘elbek ceh li ber.

Kîroşk dibêje:

– Apê Ker hefsarê sor û zer ’elbek ceh li ber. Îja gelo tê herî kû derê?

Ker dibêje:

– Ezê herim zozanan bixum pelê kizwanan û dûv bikim dûvê beranan.

Kîroşkê dibêje:

– Gelo ez jî dikarim bi te re bêm?

Ker dibêje:

– Helbet dibe ma çima ne be.

Kîroşk jî xwe dide kêleka wan. Car din dikevin rê. Dîsa hinekî dimeşin vê carê rastî rovîyekî dibin. Rovî dibêje:

– Kero tê herî ku derê?

Ker jê re dibêje:

– Quzzulqurt û neke der.

Rovî dibêje:

– Ti çima dixeyidî?

Ker ji re dibê, bêje:

– Apê ker hefsarê sor û zer ’elbek ceh li ber.

Rovî dibêje:

– Apê Ker hefsarê sor û zer ’elbek ceh li ber. Gelo tê herî ku derê?

Ker dibêje:

– Ezê herim zozanan bixum pelê kizwanan û dûv bikim dûvê beranan.

Rovî dibêje:

– Gelo dibe ku ez jî bi we re bêm?

Ker dibêje:

– Dibe çima nabe!

Rovî jî xwe dide kêleka wan û dîsa dikevin rê. Qederekî dirêj dimeşin û rastî du heb beranan dibin. Her du beran dibêjin:

– Kero tê herî ku derê?

Ker ji wan re dibêje:

– Quzzulqurt û nekin der.

Her du beran dibêjin:

– Ti çima dixeyidî?

Ker dibê, bêjen:

– Apê ker hefsarê sor û zer ‘elbek ceh li ber.

Beran dibêjin:

– Apê Ker hefsarê sor û zer ‘elbek ceh li ber. Gelo tê herî kû derê?

Ker dibêje:

– Ezê herim zozanan bixum pelê kizwanan û dûv bikim dûvê beranan.

Her du beran dibêjin:

– Gelo dibe ku em jî bi we re bên?

Ker dibêje:

– Helbet dibe! Kerem bikin hûn jî bi me re werin.

Her du beran jî xwe didin pey wan û dikevin rê. Diçin û diçin gelek kaş û newala derbas dikin. Paşîya paşî digihîjin gelîyekî bêhempa. Çêregehê bêdawî têde hebûne. Kanîyê ku ava wan cemîdî û pakij jî tije bûne.

Ker û hevalên xwe di vî gelîyî de dikevin kêf û şahîyê. Êdî roj bi roj ker û hevalên xwe qelew dibin. Piştî demekê dirêj derbas dibe ker ji hevalên xwe re dibêje:

– Gelî hevalan wextê zirîna min hatîye. Gere ez bizirim.

Hevalên wî dibêjin:

– Apê Ker ma qey te hişê xwe wenda kirîye. Ti jî dizanî ku li der û dora me gur û hirç hene. Gava ku ti bizirî ewê wan neyarên me êrîşên me bikin.

Lê belê çiqas hêvî û rica jî dikin ker ji gotina xwe nayê xwarê. Û dest bi zirînê dike. Carek, du car û sê car dizire. Di wê gavê de jî li pişta gir heft gurên birçî bi hevre bûne. Gava ku dengê zirîna kerê dibihîsin gurek ji hevalên xwe dipirse û dibêje:

– Hevalno! Gelo we jî zirîna dengê kerê bihîst?

Hevalên wî dibêjin:

– Belê welle me jî dengê zirîna kerê bihîst.

Gurê herî pîr bi kelecan ji hevalên xwe re dibêje:

– Hevalên hêja malûmê we de ye ku ez êdî pîr bûme. Û êdî diranê min ketine. Misada we hebe ‘ewil ez herim. Piştî ku min kerê kuşt û di laşê wî de cîyê nerme xwar. Ezê werim îja wê demê hûnê herin.

Hevalên wî dibêjin:

– Keremke me misade da te.

Gurê pîr dikeve rê. Xwe ditelîne û hêdî hêdî nezîkî kerê dibe. Çav berdide ‘ewretê kerê û ji nişka ve êrîşê kerê dike. Çawa ku devê xwe davêje ‘ewretê kerê ker ji nişka ve herdu qorikê xwe li serê gur tîne hev û devê gur ji hev vedibe. Gava herdu beran dibînin ku serê gur di navbera qorikê kerê de ‘asê maye her yek ji aliyekî ve êrîşî gur dikin. Û bi dilê xwe li gur dixin. Di vê gelemşê de dîk dertê ser cîhekî bilind û azan dide. Kîroşk ji tirsa çalekî dikole. Û rovî jî hingî ditirse ji bo xwe veşêre bi lez û bez direve.

Ker wexta ku qorikê xwe hinekî sist dike wê demê gur rêya revê dibîne û bi lez direve. Çawa ku digihîje gurên hevalê xwe bi dengekî bilind ji wan re dibêje:

– Hewar e gelî hevalan! Birevin birevin! Gurê pîr li pêşî hevalên wî li dawî bi lez û bez direvin. Piştî ku heft ‘heb kendal û newalan derbas dikin. Helkehelk bi wan dikeve. Hingî dibetilin li cihekî disekinin. Û ji gurê pîr ji re dibêjin:

– Birayê gur te bêhna me çikand! Ma gelo em çima hevqas rê revîyan? Gurê pîr dibêje:

– Gelî hevalan tiştê hate serê min Xwedê neyne serê bav kuştîyê meriv. Gava ku min êrîşê kerê kir serê min xist navbera du qeysikan û yekî ji aliyê rastê, yekê jî ji aliyê çepê bi şûnikan li min xistin. Yek ji wan li ser min azan da. Yekî mezelê min kola û yek ji wan jî çû kefen ji bo min bîne. Ez miribûm lê belê Xwedê ez ne kuştim. Îja gelî hevalan ger hûn bi xebera min bikin emê hinekî dinê jî birevin

Piştî ku gurê pîr û hevalên wî direvin ker û hevalên xwe dimînin di kêf û şahiyê de. Tiştê heye zirîna kerê ji bo wan dibe sebebê ders û îbretê.

ETİKETLER: ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.