DOLAR
32,3655
EURO
34,9626
ALTIN
2.325,50
BIST
9.079,97
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
25°C
Diyarbakır
25°C
Açık
Cumartesi Açık
26°C
Pazar Açık
25°C
Pazartesi Açık
25°C
Salı Parçalı Bulutlu
25°C
Advert

Minbera Selaheddin

Beri niha nêzî 800 salan li bajarê Bexdayê xeratekî hebû ye, mînbereke pir xweşik ji darên gûzê çêdike, gelekî jî di neqişîne. Nav û dengê wê mînber ê gelekî belav dibe. Ji pirî ciyên derûdorê însan tên dîtina wê minber ê. Gelekî jî dixwazin bistînin, lê belê vî xeratî dibêje min vêya ji bona Mizgefta Kudus ê çêkirîye, ez wê nafiroşim tu kesan. Jê re dibêjin heyran kudus di bin destên fillan daye, ka wê çawa mînber ê bibî wê derê? Ew jî bersiva wan wiha dide; dibêje heyran ez xeratim, karê min çêkirina wêye, bila pêlewanekî jî rabe wê ji destên fillan azad bike…
Selahedîn wê demê hêna zarok bûye. Bi eşqa Kudus ê mezin dibe û azad kirina wê ji xwe re dike armanc û xaye. Di vê rê de dixebite û hettanî ku kudus ê ji bin zulma fillan xelas dike, wê mînberê dibe li mizgefta wê derê datîne. 40 sal piştî çêkirina mînber ê, mînber hê nû digîje ciyê xwe…


Paşê ji terefê Cihûyan(Yahudi) de, di sala 1969 an 21 ê tebaxê agir bi Mizgefta Aksa tê xistin û mînber jî gelekî xesarê dibîne.
Li gorî tê gotin serokwezîr a Îsraîl we demê pîrek bûye. Navê wê Golda Meir bûye. Gotiye; ez hetanî sibê raneke tim, min got qey wê misilman ji çar aliyan de têkevin Îsraîl… Piştî ku sibe bû û tiştekî çênebû, min fêm kir ku misilman di xew dane, em çi bikin wê ji mer bimîne…
Maalesef birayên misilman 52 sal derbasbû hê jî em ji wê xewa xeflet ê şîyar ne bûne. Ji xwe pêxemberê îslamê (sav) jî di hediseke xwe de wiha dibêje;” Wê rojêkî were kâfir wê gazî hev kin ji bona ser misilman an , çawa ku merivên xurek gazî  hev dikin ser sifra xwarinê. Hevalên wî dibêjin dîyen me û bavên me fedayî te bin ya Resûlê Xwedê ma qey emê hindik bin? Pêxemberê Xwedê(sav)dibêje; na, winê ji her demê bêhtir bin, lê belê wê wehn têkevin dilên we. Hevalên wî dibêjin wehn çiye? Pêxember (sav) dibêje evîna/hezkirina malên dunyê û hîsa ne mirinê ye… ”
Bi rastî jî em dinêrin îro em ketine wî halê perîşan… Eşq û evîna malê dînê wek konê pîrê dora dilên me girtiye, em bûne ümmete kî wiha ku ji xeynî menfaetê em hesabê tiştekî din nakin…
Wê Kudus a ku Resûlê Xwedê li wir li pêşiya gelekî pêxemberan limêj kir û ji wir kişîya asîmana, 7 tebeqeyên asîmanan derbas kır û çû sîdretul munteha bi Xwedê re peyivî… Xwedê di Quranê de jî ji bona Kudus ê dibêje; me dora wir pîroz kirîye.


Lazime ji bona temamî misilman a girîng be, xeta sor be. Gerekî em tev wê şerefa xwe bizanibin û wek Selahedîn Eyûbî azadiya wê ji xwe re bikin armanc û xaye…
Ma ne şerm e ku îro jimaran me mislimanan gihîştîye nêzîkî 2 mîlyar a, ku Kudus û birayên me yên Filistînê di bin pîyên komikekî cihûyan de nalîn û figan a wan diçe asîmanan? Ma mê kengî şîyar bibin ji vê xewa xeflet ê?

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.