DOLAR
32,5004
EURO
34,6901
ALTIN
2.496,45
BIST
9.693,46
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Parçalı Bulutlu
Pazar Açık
26°C
Pazartesi Açık
28°C
Salı Açık
29°C
Çarşamba Az Bulutlu
30°C
Advert

Wekhevî û ‘Edalet

A+
A-

Dibêjin ku padîşah û heyeta xwe derdikevin seferekî. Di heyetê de pîrek jî hebûne. Yek ji wan pîrekan ducanî bûye. Dema ku çêbûna zarokê wê nêz dibe bi dizî jê heyetê diqete. Dikeve şikeftekî, piştre dereng pê dihesin ku pîrek ne bi heyetê re ye. Hinek ditirsin lê belê gava ku vedigerin cîhê lê bêhna xwe dane mêze dikin wayê pîrekê bi tena serê xwe zarokê xwe anîye dinyayê. Lê dicivin û li halê wê dipirsin. Lewra di ser welidandina wê de hêja sê roj derbas bûye. Wextê ku dikevin rê pîrek jî bê sekinandin xwe kar dike û bi wan re dikeve rê. Padîşah ji vê yekê xeberdar dibe. Tewafuq pîreka padîşah jî bi’hemle ye. Ê padîşahan jî pîrekên wan wextê dibin ducanî berî zarokên xwe bînin dinyayê du mehan û piştî ku zarokên xwe tînin dinyayê jî du mehan ti kar û îş nakin. Padîşah piştî wê pîrekê dibîne ji pîreka xwe re dibêje:

– Xanim ji îro şûnde ê te jî berî zarok çêbibe sê roj û piştî ku zarok çêbibe jî sê roj muhlet ji te re.

Rebena pîreka padîşah ji mecbûrî wekî padîşah dike. Lê belê pîreka padîşah tiştê ku padîşah anîye serê wê ji bîr nake. Bexçeyekî padîşah ê pir xweşik û bi nav û deng hebûye. Wextê ku mêvanên padîşah hatine, padîşah mevanên xwe birîye nava vî bexçeyî û xwe pê qurre kirîye. Pîreka padîşah rojekî diçe bexçe û ji bexçevan re dibêje:

-Min te ji bexçevanî yê ‘ezil kir. Êdî hatina te a vî bexçeyî qedexe ye.

Bexçevanê reben jî ji neçarî qebûl dike. Piştî demekê dirêj dîsa mevanê padîşah tên. Padîşah berê wan dide nav bexçê xwe. Gava ku dikevin bexçe dîtîna ku dibînin bavo rebeno! Bexçe ji bexçebûnê derketîye. Padîşah piştî ku vî halê bexçe xwe dibîne ji hêrsa çav di serê wîde tarî dibin. Qîrîn dike û dibêje:

– Zû zû gazî celad bikin. Bexçevan jî bînin û serê wî jêkin!

Celad û bexçevan tên. Padîşah ji bexçevan re dibêje:

– Gelo çima bexçê min ketîye vî halî?

Bexçevan dibêje:

– Ez benî di vê meselê de ti gunehê min tine! Lewra xanima te min ji wezîfeya bexçevanî yê ‘ezil kir.

Padîşah dibêje:

– Înşallah tiştê ku ti dibêjî rast be! Eger ne rast be ezê serê te jêkim.

Padîşah dîsa ferman dike dibêje:

– Zû gazî pîreka min bikin.

Gava ku pîreka padîşah tê padîşah jê re dibêje:

– Hurmet gelo te çima bexçevan ‘ezil kirîye?

Pîreka padîşah dibêje:

– Sebebê ku min ewî ‘ezil kir ev e. Ji bo ku ez heqîqetekî bi te bidim famkirin.Wekî ku hûn jî zanin li deşt û çiyayan dar, devî, û gul û çîçekên pirr xweşik û bedew hene. Lê belê dîsa hûn tev dibînin ku bexçevanê wan gul û sosin û mêrgehan tineye. Îja padîşahê min ê hêja çewa ku dar û gulîstan û mêrgehên bejî û avî hene… Her wiha pîrekê ku li deşt û zozanan dijîn û evên ku li bajar û qesran dijîn nabin wekî hev. Hinek tiştên ku ehlên deşt û zozanan dikarin bikin em nikarin bikin. Û her wiha hinek tiştên ku em ehlên bajar û qesran dikarin bikin ew nikarin bikin.

Padîşah piştî vê bûyerê lêborînê ji pîreka xwe dixwaze. Heqîqet eve ku di temamê jîyana me de jî em dikarin mînakên wek vê çîroka hanê bînin. Îja lazim e ku pîrek an jî zilam kîjan ji van dibe ferq nake. Li gorî zanebûn û jêhatîbûna wan gerek meriv bar li milên wan bike. Yanî wekhevî tim û daîm ‘edalet nîne. Gava ku meriv gîhayê bide kuçik û hespê bi navê wekhevîyê nabe ‘edalet. ‘Edalet ewe ku meriv gîhayê bide hespê û goşt bide kuçikê…

Emanetê Xweda bin.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.