DOLAR
32,3341
EURO
35,1806
ALTIN
2.244,90
BIST
8.718,11
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
15°C
Diyarbakır
15°C
Az Bulutlu
Çarşamba Yağmurlu
12°C
Perşembe Hafif Yağmurlu
12°C
Cuma Hafif Yağmurlu
12°C
Cumartesi Çok Bulutlu
12°C
Advert

Mirîdê Jina Xwe

11.02.2022 17:33 | Son Güncellenme: 12.02.2022 18:17
771
A+
A-

Di zemanekî da zilamek bi wesayîta xwe dikeve rêyekê, bi rê da ciwanekî destê xwe bilind dike, ev zilamê xwediyê erebê wî digre ereba xwe û diçin. Ê şofêr çavên xwe digerîne ku mizgeftek an jî mobîlekê bisekinin, da ku ji xwe re limêj bikin. Lê belê ê ciwan beriya wî dibêje apo tu li cîyekî bisekinî, me limêja xwe bikira. Gelekî kêfa şofêr tê, tevlî çileyê berf jî li erdê ye, disekinin û li ser berfê limêja xwe dikin û dîsa li ereba xwe siwar dibin û diçin.

Şofêrê erebê ji ê ciwan re dibêje:

-Birazî! Kêfa min gelek ji te re hat înşallah tu di terîqetekî da yî. Ê ciwan dibêje belê apo ez di terîqeta jina xwe de me.

Şofêrê erebê ecêb mayî dimîne, dibêje:

-Min fêm nekir, tu çawa di terîqeta jina xwe da yî?

Ciwan bersivê dide û dibêje:

-Apo! Ez mirovekî xerab bûm, min her şev ‘erak vedixwar û dihatim mal, hem min malbata xwe hem jî cîranên xwe diêşand. Şevekî dîsa bi vî awayî ez hatim mal, jina min derî li min venekir. Min got keçê tu çima derî venakî? Ji min re got tu bêxîretî loma. Ez hêrs bûm bi kulm û pihînan bi derî ketîm, lê belê derî venebû. Paşê bi xapandin min wê qanî kir, derî pê da vekirin. Çewa derî vebû min destê xwe xist qirika wê û min pirsî, ka heta îroj te çi bêxîretiya min diye bêje min? Bersiva min wisa da ku weke yek tasekî ava cemidî bi serê min da bike. Ji min re got: ‘Anha tu wiha serxweş, bê limêj di nav van xerabiyan da bimirî, wê halê te çewa be?’ Min jî got; eleqedarîya van tiştan û bêxîretîyê çi li ber hev e? Bersiva min wiha da:’Roja qiyametê tu bibî ji ehlê cehenemê û zilamekî din were li ber çavên te bi destê min bigre û bêje vê jinê bû horiya min, tu jî li me binêrî û nikarî bî tiştekî bikî, gelo ji vê bêxîretîyê mezintir bêxîretî heye? Min nikaribû tu bersiv bidim wê.

Ez hinekî fikirîm û min ew roj li ber destê wê tobe kir, ketim terîqa jina xwe…”

Belê, belkî hinek bêjin ev çi çîrok e?… Lê em ji bîr nekin ku em li vê dinyayê mêvan in. Xweda dibêje; “Temamê nefsan wê mirinê tâm bikin, paşê jî hûn ê bi fetilin bal min ve.” Mirin di belika gohê me da ye. Piştî mirinê dîsa sax bûn heye. Emê tev li meydana heşrê bicivin.Wê kîtêbê me tevan têkevin destê me. Kitêba kî di destê rastê da bikeve destê wî ew xelas dibe, a kî jî di destê çepê da bikeve destê wî Xwedê biparêze ew dibe ji ehlê cehenemê…

Mizan tê danîn, xêr û gunehê me wê tev bên kişandin. Xwedayê mezin di sûretê Zîlzalê de dibêje:”Kî bi qasî misqalkî xêr jî kiribe wê bibîne, kî jî bi qasî misqalkî şer jî kiribe wê bibîne.” Pira siratê heye li ser cehenemê tê danîn, ji mû ziravtir ji şûr jî tûjtir e.

Gereke em daîm ji mirinê re amade bin, vê meha mubarek ku em têde ne ji bo na me firsendeke mezin e. Îbadetan em di van rojan de bikin, belkî yek bi deha ye, belkî bi sedî, belkî jî bi hezaran. Ancax Xwedê dizane. Deriyê tewbê hetanî nefesa paşî vekiriye, lê ji ber em nizanin emê kengê bimrin, divê em her daîm amade bin.

Xwedayê mezin tewbeyeke ji dil û can nesîbê me tevan bike…

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.