DOLAR
16,8853
EURO
17,8334
ALTIN
992,10
BIST
2.554,08
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
31°C
Diyarbakır
31°C
Parçalı Bulutlu
Pazar Açık
31°C
Pazartesi Açık
35°C
Salı Açık
36°C
Çarşamba Açık
36°C
Advert

Kulîlka Devê Kanîyê

Dibêjin di demê çûyî de keçikek diçe ku ji kanîyê avê bîne. Li gorî tê fêhmkirin kanî li derveyê gund bûye lê ne pir dûr bûye…

Keçik dinerê di devê kanîyê de kulîlkek şîn hatîye. Bêhneke difikire û di dilê xwe de dibêje: niha ez bizewicim û kurekî min çêbibe û wexta ez werim mala bavê xwe zeyî, kurê min were ser vê kaniyê, çav bi vê kulîlkê bixe û destê xwe bavêje jibo wê biqurmiçine. Û xwe negre ser dev bikeve kanîyê û tê de bi xeniqe… Bi vî awayî dest bi girîn ê dike, li çokên xwe dixe û dike zarîn û hewar…

Gundî lê dicivin û dibêjin:

-Keçê! Çi bûye çi hewara te ye?

Ew jî xeyalên xwe dibêje:

-Dema ez mêr bikim û kurekî min çêbibe û ew were destê xwe bavêje vê kulîlkê û bikeve kanîyê û tê de bixeniqe, ezê çi xwelî li serê xwe bikim?

Gundî pê dikenin û dibêjin:

-Heyran ka tu yê kengê bizewicî, wê kurê te çêbibe an çênebe ne belli ye, ka wê hetanî wê demê ev kulîlk hebe an hişk bibe, tu ji niha de ketîye ‘etra çi?

Belê, ev meseloka di nav milletê de digotin, belkî me gelekî caran bihîstiye û em pê kenîyane. Lê ka li halê xwe binêrin, pir caran em jî wiha nakin gelo?

Belkî rojêkê me li dunyê nemabe, lê em hesabên sed salan dikin. Em xaniyan çêdikin, em dibêjin; lazım e esasekê wiha bavêjin ku torinên me, heta torinên torinên me jî karibin li serê avakin. Barên zêdeyî xwe li pişta xwe dikin, em dibêjin ji bona zarokên me di pêş de rihet bin, zahmetîyê nebînin.

Lê belê em nizanin emê bigihîn sibê an na. Zarokên me wê çend salan li dunyê bin, em qet nizanin. Tiştên em tev dizanin ku tu şek tê de tuneye, emê tev bimrin û emê herin huzûra Xwedê û emê hesabên her tiştî bidin. Lê belê ji bonî vê heqîqetê jî em qet naxebitin û weke mirin tunebe em dijîn û hesabên dunyê dikin.

Di rîwayetekî de tê gotin; Pêxember(sav) rakir sê heb kevir. Yekî danî ber xwe, yekî avête hinekî dûr, ê sisîyan hê dûrtir avêt. Paşî pirsî:

-Hûn mana van keviran dizanin an na?

Hevalên wî(Xwedê ji wan razî be) gotin:

-Ey Resûlê Xwedê(sav) dîya me û bavê me fedayî te bin, Xwedê û Resûlê wî ji her kesî çêtir dizane.

Pêxember(sav) got:

-Ev kevirê ber min însan e, ê ku min avête pir dûr ‘emelên dirêj e, lê belê ê bi rê de rastî wî tê, ew jî ecele…

Xwedê di Quranê de dibêje: “Her ummetekî ecelên wî heye, wexta ‘ecelê wan were ne seetekê paş de dere, ne jî seetekê pêş dere” (E’raf 34)

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.