DOLAR
16,8853
EURO
17,8334
ALTIN
992,10
BIST
2.554,08
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
31°C
Diyarbakır
31°C
Parçalı Bulutlu
Pazar Açık
31°C
Pazartesi Açık
35°C
Salı Açık
36°C
Çarşamba Açık
36°C
Advert

Meseleya Gayê Axê û Bizina Pîreka Jinebî

26.04.2022 18:17
0
A+
A-

Tê gotin ku li gundekî axayekî maldar hebûye. Gelek pez û dewar û gayê evî axayî jî hebûne. Rojekê ji rojan gayekî axê nexweş dikeve û dikeve ber mirinê. Qewraşên axa baz didin kêrê tînin. Û hingî ku dilezînin gava ga ser jê dikin girêka zengilokê bi gewdê ga re berdidin. Paşî diçin tiştên qewimîye ji axa re dibêjin.

Axa ji qewraşên xwe re dibêje:

– Zûka herin ji mela bipirsin gelo piştî vê bûyerê goştê ga ewê bê xwarin yan na?

Qewraşên axa diçin mala mela û ji re dibêjin:

– Seyda gayê axê me kete ber mirinê û gava ku me wî ser jê kir girêka zengiloka ga bi gewdê wî re ma. Îja gelo goştê ga ewê bê xwarin yan na?

Seyda dibêje:

-Mixabin ji ber ku girêka zengilokê bi gewdê wî re maye goştê ga nayê xwarin.

Qewraşên reben tên bersiva seyda ji axa re dibêjin. Dûre bi laşê ga digrin wî davêjin binîya gund. Laşê

ga dibe xurê kuçik û ajalên kuvî.

Piştî vê bûyerê çend meh derbas dibin. Rojekê li gund îja bizina pîrekeke jinebî dikeve ber mirinê. Dîsa hinek gundî bi lez diçin ji bo serjêkirinê. Û gava ku bizinê ser jê dikin dîsa girêka zengilokê bi gewdê wê re diçe. Pîreka jinebî diçe ji seydayê gund re dibêje:

-Seyda bizina me kete ber mirinê û gava ku wê ser jê kirin girêka zengilokê bi gewdê wê re çû îja gelo em dikarin goştê bizinê bixwin yan na?

Seydayê gund dibêje:

– Helbet hûn dikarin bixwin.

Fetwa ku seydayê gund dide pîreka jinebî ji teref gundîyan ve xelet tê şîrovekirin. Fesad û dil xerabê

gund dibêjin:

-Seyda dil berdaye pîreka jinebî. Ji ber vê yekê xwarina goştê gayê axa ‘heram kirîye û xwarina goştê bizina pîreka jinebî jî ‘helal kirîye.

Tiştê ku qewimîye axa jî pê di’hise. Û seydayê gund jî pê di’hise.

Seydayê reben ji bo ku pêşîya van gotinan bigre û xwe pak bibe roja înê berî ku dest bi xutbê

bike dibêje:

– Gelî gundîyan! Gelo ma hûn ji Xweda natirsin ? Tiştê ku ez pê ‘hisîyam hinek ji we gotine ku; Seydayê me ji ber ku dil berdaye pîreka jinebî fetwa ku daye ji bo gayê axa, nedaye ji bo bizina pîreka jinebî. Yanî xwarina goştê gayê axê ‘heram kirîye û xwarina goştê bizina pîreka jinebî jî ‘helal kirîye.

Axayê gund jî di nava ceme’eta mizgeftê de bûye. Û bi hêrs ji bo bersiva seyda bide gotîye:

– Ma qey virre seyda!

Seyda jî dibêje:

– Axa axa gelo tu li hişê xwe yî! Ji ber ku heywanên te gelek bûn û ti jî ne ‘hewceyê goştê ga bûyî min li gorî mezhebê îmamê Şafîî gote bila goştê ga nexwin. Lê ê pîreka jinebî tev tevî hev bizineke wê hebû. Û zarokên wê jî sêwî bûn. Ji ber vê yekê min li gorî mezhebê îmamê ‘Henîfî xwarina goştê bizina wan ‘helal kir.

Îja xwendevanên hêja! Pêwiste ku kesên bawermend tim û daîm hişyar bin. Gava di derheqê yekî an jî bûyerekî de tiştekî bihîstin; ‘ewil gerek rastbûna bûyerê lêkolîn bikin. Yan na ewê bibe sedemê xeletîyên bêtelafî.

Lewra Xweda dı sûreya Hucurat ayeta şeşemîn de wisa ferman dike:

“Gelî kesên îman anîne! Heke fasiqekî agahîyek ji we re anî pêşî rastîya wê derxin holê. Ev ji bo ku hûn bi nezanî neheqîyê li civatekê nekin e. An na ji ber neheqîya we kirî hûn ê poşman bibin. Gelî kesên îman anîne! Heke fasiqekî agahîyek ji we re anî pêşî rastîya wê derxin holê. Ev ji bo ku hûn bi nezanî neheqîyê li civatekê nekin e. An na ji ber neheqîya we kirî hûn ê poşman bibin.”

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.