DOLAR
16,8853
EURO
17,8334
ALTIN
992,10
BIST
2.554,08
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
30°C
Diyarbakır
30°C
Açık
Pazar Açık
31°C
Pazartesi Açık
35°C
Salı Açık
36°C
Çarşamba Açık
37°C
Advert

Însanê Ehlê Basîret û Tedbîr

Dîroka însanîyetê bi civandina serpêhatîyan hatîye avakirin. Yanî ji Hezretî Adem ev civandina tecrûbeya dest pê kirîye heta îro. Her gotinên hatine gotin çîrokeke wî heye. Her wekî ku hatîye gotin: “Pêwiste ku meriv xwe ji, Şemsî şîta (Tava zivistanê), Cîlve-î Nîsa ( Ken û henekên pîreka), Nasîhat-î ‘Ada ( Nesîhetê neyaran ) û Îltifat-î Ûmera (Qîmet dayîn û pesindayîna amiran) biparêze.

Di vê nivîsê de emê di derheqê Îltifat-î Ûmera de ji nava jîyanê çîrokekî balkêş binivîsin. M’alumê we ye ku Harunê Reşît di dewra ’Ebasîyan de hikumranî kirîye. Di salên ‘ewil de ê ku jê re şêwirmendî û alîkariyê dike Yehya Bermekî ye. Di wê demê de jî ‘eşîra Bermekîyan bi hêz û hejmara ferdên xwe pir bi nav û deng bûye. Piştî ku Yehya Bermekî dibe wezîrê Harunê Reşît û piştevanîyê dide ‘eşîra xwe… Temamê ferdên Bermekîyan di sazûmanê dewleta ‘Ebasî de cîyê xwe digrin dibin memur.

Yehya Bermekî ne kesekî bi qilafet bûye. Hetta kesekî çeqelok û qam kinik bûye. Lê belê gelek jîr û zana bûye. Rojek ji rojan Harunê Reşît û Yehya Bermekî bi hevre li bexçeyê qesrê digerin. Harunê Reşît li ber dareke sêvê disekine. Dibîne ku wayê sêvekî pir xweşik li jora darê ye. Dixwaze sêvê jê bike lê belê destê wî nagihîjê. Harunê Reşît ji Yehya Bermekî re dibêje:

– Birayê Yehya destê me nagihîje vê sêvê! A baş ewe ku tu werî ser milê min û vê sêvê jê bikî.

Yehya Bermekî jî werê dike. Harunê Reşît gava ku sêvê dixwe mest dibe. Lewra sêv pir xweş û bi t’am e. Ji alîkarê xwe re dibêje:

– Zûka bexçevan bînin vê derê!

Bexçevan jî nêzîkî wane û temamê bûyerê temaşe kirîye. Gava ku wî tînin hizûra Harunê Reşîd… Harunê Reşîd jê re dibêje:

– Ji ber ku te’ma sêva vê darê pir li xweşîya min hat min gazî te kir. Îro tu ji min çi bixwazî ezê bînim cîh.

Bexçevan ‘ewil bawer nake. Lê belê ji neçarî dibêje:

– Hikumdarê min daxwaza min eve ku hûn li ser kaxezekî binivîsin, bexçevanê min filan kes ê kurê filan kes ne ji ‘eşîra Bermekîyan e û mor bikin.

Harunê Reşîd ji vê daxwazê re ‘ecêbmayî dimîne. Lê belê daxwaza bexçevan tîne cîh. Piştî vê bûyerê sal û zeman derbas dibin. Di navbera Harûnê Reşîd û ‘eşîra Bermekîyan de diltengî û pirsgirêkên girîng dertên. Harûnê Reşîd fermana Bermekîyan radike. Temamê ferdên Bermekîyan ku di sazûmanê dewleta ‘Ebasîyan de cîh girtibûn îdam dike. Paşîya paşî dor tê ser bexçevan. ‘Esker dikevin milên wî û wî dibin. Bexçevan ji ‘eskeran musaede dixwaze û ji berîka xwe kaxezê ku Harûnê Reşîd çend sal berê dabûyê nîşanî ‘eskeran dide. ‘Esker jê dipirsin û dibêjin:

– Gelo ev çi kaxez e?

Bexçevan dibêje:

– Ev kaxez kaxezê ku tê de fermana azadî û xelasîya min tê de ye.

‘Esker bexçevan tevî kaxezê wî dibin hizûra Harûnê Reşîd. Ji ber ku demekî dirêj ketîye navberê, Harûnê Reşîd fermana ku daye bexçevan û wê bûyerê ji bîr kirîye. Gava ku bexçevan ji Harûnê Reşîd re be’hsa bûyerê dike Harûnê Reşîd ji bexçevan re dibêje:

– Gelo te çewa zanibû ku ewê vê fermanê were serê ‘eşîra Bermekîyan?

Bexçevan dibêje:

– Siltanê min! Gava ku min dît Yehya Bermekî ji bo sêvê jê bike rabû ser milê we, min wê demê fêhm kir ku ‘eşîra Bermekîyan ji heddê xwe derketine.

Gava ku bexçevan vê bersivê dide Harûnê Reşîd wî dike şêwirmendê xwe…

ETİKETLER:
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.