DOLAR
32,3159
EURO
35,1191
ALTIN
2.296,14
BIST
9.064,75
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
21°C
Diyarbakır
21°C
Parçalı Bulutlu
Cuma Açık
24°C
Cumartesi Açık
26°C
Pazar Açık
25°C
Pazartesi Açık
25°C
Advert

Çavbırçiti Û Aqubet

26.12.2021 23:44
568
A+
A-

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehim.
Xwendevanên ‘ezîz! Rebbê ‘Alemê we û me teveka ji çavbirçîtî yê muhafeze bike. Lewra ev
nexweşîn tim û daîm meriv dibe xisarê. Wek vê çîroka balkêş û hezîn…
Li bajarokekî zilamkî gelek maldar û çavbirçî hebûye. Ev zilam çiqas mal û milkê wî zêde bûye, ew jî
xirsa wî zêde bûye. Rojeke cîranê wî vefat dike. Dotira rojê hê ku şîna cîranê wî didome diçe ‘erd û
axa cîranê xwe tevî dikire.
Dîsa rojek ji rojan evî yê çavbirçî li mala xwe ye. Ji xwe re rojnameyê dixwîne, di rojnameyê de
bangewazîyek jê re pir balkêş tê. Lewra li gor xebera ku di bangewazîyê de hatîye nivîsandin;
camêrekî gotîye: “ ‘Erd û axa heta dikarî li birêde herî, di bedêla 100 lîra yî bila ji te re be.”
Zilam ê çavbirçî gava ev xeber dixwîne, ‘ewil bawer nake. Carek din dixwîne disekine li der û dora
xwe dinêre. Bixwe bixwe dibêje:
– A îcar Xweda da te ha! De zu rabe here hêja kesek berî te ne çûye.
Hanhanka radibe xwe kar dike û dikeve rê. Diçe wê edres a di bangewazî yê de hatîye
nivîsandin. Dinêre ku di nava dar û bera de qesreke bi debdebe û bedew heye. Diçe li derî dixe,
xwedîyê malê dertê derve û tê bal zilamê çavbirçî. Dibêje:
– Heval keremke tu ji bo çi hatî vê derê? Zilamê çavbirçî dibêje:
– Keko min di rojnameyê de bangewazî yek dît û vê edresê dabûn. Gelo tiştê ku nivîsandî bû
raste? Xwedîyê bangewazîyê dibêje:
– Erê tiştê ku te xwendîye raste. Di bedêla 100 lîra yî de, ezê ‘erd û axa bi qasî ti karibî pê de
herî bidim te. Lê belê şerteke min heye. Zilamê çavbirçî dibêje:
– Keremke şertê xwe bibêje. Xwedîyê bangewazîyê dibêje:
– Şertê min eve. Tê serê sibê derkevî rê, ‘erd, bexçe, rez û daristanê fêkîya ku tu têde derbas
bibî ezê bidim te. Lê belê ji bo ez bidim te jî pêviste ku berî roj here ava tu livirbî. Zilamê
çavbirçî dibêje:
– Min şertê te qebûl kir.
Roja dinê serê şeveqê zu zilamê çavbirçî dikeve rê. Arazîyê ku têde derbas dibe di dilê xwe de
parî jî dike. Dibê bila ev daristanê fêkîya ji zarokê min re be. Ha ev rezê tirî bila ji birayê min re be.
Ha evî ‘erdê ku genim ajotinê bila ji birazîyê min re be û (h.w.d)
Zilamê çavbirçî nizane sekn û hedan çîye. Ji wexta bi rê dikeve gelek deşt û newal derbas dike.
Car carna jî li tavê dinêre, ka derengê an jî na. Lê dike nake bi xwe nikare û pêş de diçe.
Edî wext dibe piştî ‘esir dereng. Zilamê çavbirçî, ji bo cîye ku gihîştîyê winda nebe îşaretek qûç
datîne. Û bi lez û bez ji bo vegerê dikeve rê.
Hingî ku bazdide û dilezîne bînefişk pê dikeve. Di navbêra wî û cîyê xwedîyê arazîyan de hew
newalek dimîne. Feqet zilamê çavbirçî edî ji qidûm dikeve. Berê xwe dide asîman fam dike ku ji bo
roj here ava pir hindik maye. Wexta ku îhtîmala negihîştinê dikeve bîra wî hew dimîne ji kerban
geberbibe. Bi axîn û nalînan dîsa dikeve rê.
Gava zilamê çavbirçî nezî xwedîyê arazîyan dibe edî xwe bi ‘erdê re kaşkaş dike. Li binî lingê
xwedîyê arazîyan de xwîneke zelal ji kêleka devê wî diherike û nefesa xweyî davî  dide. arazîyan û xulamê wî bi ser de xwardibin dinêrin ku mirîyê. Xwedîyê arazîyan ji xulamê xwe re
dibêje:
– Lawê min ha tu dibînî! Ji bo benîadem bi qasî cîyê ku li ser ‘erdê cîh digre arazî têra wî dike.
Lê belê ew ji ber ku çavbirçîtî dike tim û daîm poşmanî dibe para wî.
Belê xwendevanên hêja! Mixabin ev nexweşiyên m’anewî bi me teveka re heye. Îja Rebbê Kaînatê
çavtêrîtî bike nisîbê me tevan înşallah. Bimînin di xêr û xweşîyê de.
Çavkanî : Tolstoy

 

ETİKETLER: ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.